Hat ragihandin ku Fransayê 28 jinên Êzdî tevî zarokên wan wekî penaber qebûl kir.
Wezareta Karên Derva ya Fransayê û Wezareta Karên Navxweyî di daxuyaniya nivîskî da diyar kirin ku 28 jinên Êzdî Yên DEAŞê mexdûr kiribûn û zarokên wan bi teyareyê hatin Toulouseyê.
Hat ragihandin ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di sala 2018an da soz dabû Nadîa Murada Xelata Aştiyê ya Nobelê sitandibû ku ew ê 100 malbatên Êzdî hildin Fransayê û di vê çarçoveyê da 28 malbat hatin qebûlkirin.
Hat ragihandin ku Fransa dixwaze ji bo qurbanên tundiya dînî û neteweyî yên li Rojhilata Navîn di karên hatina welêt da hêsaniyan bike.
AA