Fransayê kuştina Kaşikçi şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya Fransayê: "Piştrastkirina mirina Kaşikçi di rêya ku rastî derkeve holê de pêngava ewil e. Gelek pirs hêj bêbersiv in."

Fransayê kuştina Kaşikçi şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya Fransakuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî bi tundî şermezar kir û da zanîn ku der barê bûyerê de hê jî gelek pirs benda bersivdayîn ne.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê der barê li konsolosxaneyê kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Fransayê daxuyaniyên ku duh rayedarên Siûdî der barê mirina Kaşikçi de du bi şev dan not kirin û sersaxî da malbara Kaşikçi û xizmên wî.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Fransa "vê cinayetê bi tundî şermezar dike" û wiha hat gotin:

"Kaşıkçı’nın öldüğünün doğrulanması, gerçeğin ortaya çıkması yolunda ilk adımdır. Birçok soru hala cevapsız."

"Piştrastkirina mirina Kaşikçi di rêya ku rastî derkeve holê de pêngava ewil e. Gelek pirs hêj bêbersiv in."

Di daxuyaniyê de hat xwestin ji bo ku ev pirs bên bersivandin û berpirsyar berteke hewce bistînin bila lêkolîna berfireh û lêpirsîn bê kirin û dan zanîn ku Fransa car din ji birêvebiriya Erebistana Siûdî dixwaze ku di vî warî de hewl bide.

Birêvebiriya Erebistana Siûdî eşkere kiribû Kaşikçiyê ku di 2yê cotmehê de piştî ku ket Serkonsolosxaneya Stenbolê jê xeber nehat sitandin "di encama raqeşiya ku li konsolosxaneyê qewimî de mir." 

Di nûçeya ku di ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê de cî girt de hatibû îdiakirin di encama lêpirsîna ku Serdozgeriya Erebistana Siûdî kir de dema ku Cemal Kaşikçi hat Serkonsolosxaneya Stenbolê "bi welatiyên Erebistana Siûdî yên din ên wir re ketiye navnîqaşê, nîqaş guheriye rageşiyê û di encama vê de Kaşikçi miriye."

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Cotmeh 2018, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE