Gazpromê xaza Polonya û Bulxaristanê birî

Gazpromê xaza Polonya û Bulxaristanê birî

Gazproma şirketa vejenê ya Ûris bi hinceta ku bi rubleyê perê xwe nadin, xaza Bulxaristan û Polonyayê birî.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Gazpromê, ji 26ê nîsanê pê va Bulgarxaza şirketa Bulxaristanê û PGNÎGa şirketa Polonyayê ji bo meha nîsanê perê xwe wekî ruble nedan.

Ji şirketan ra hati gotin ku divê hûn ji 1ê nîsanê pê va heqê xaza xwe wekî ruble bidin û wiha hat gotin, "Ji ber ku bi rubleyê perê heqê xaza xwe nedan, Gazpromê xaza Bulxaristan û Polonyayê bi temamî birî."

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn di 23yê adarê da planek daxuyandibû ku heqê xaza siruştî êdî wekî ruble were dayîn. Putîn ji bo vê yekê di 31ê adarê da biryarname îmze kiribû.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE