Gazzeyê bang li Neteweyên Yekbûyî kir

Komîteya Hiqûqê: Israîl sivîlan dikuje, nehêlin

Gazzeyê bang li Neteweyên Yekbûyî kir

Gazeyê bang li Neteweyên Yekbûyî kir. Komîteya Hiqûqê ya Girêdayî Konseya Bilind got; “Israîl çalakvanên sıvîl dikuje. Nehêlin.”

Komîteya Hiqûqê bang li Neteweyên Yekbûyî kir.

Diyar kir ku Israîl êrîşî çalakvanên sivîl dike û divê Israîl bê rawestandin.

Komîteyê ji bo parastina mafên Filistîniyan bangî hemû saziyên navneteweyî kir. Got divê dorpêça li ser Gazeyê bê rakirin û ji bo vê divê hemû sazî wezîfeyên xwe yên ehlaqî û hiqûqî bînin cîh.

Di daxuyaniyê de hat gotin; Israîl nabêje jin, zarok û diktor in û êrîşî her kesî dike, hiqûqa navneteweyî bin pê dike. Delîlên ku vê yekê nîşan didin jî hene.

Gazze di bin dorpêça Israîlê de ye.

Gelê Filistînê ji 30ê Adarê û vir ve, li dijî dorpêça Israîlê bi navê “Meşa vegera mezin” çalakiyên aştiyane li dar dixe.

Ji ber mudaxaleya Israîlê, di van çalakiyên aştiyanê de ji 255an zêdetir Filistînî şehîd ketin.

Dîroka nûkirinê: 28 Çile 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE