Li Azerbeycanê ji bo hilbijartina parlamenteriyê dengdayînê li gor saeta herêmî 08.00î da dest pê kir.
Azerbeycanî ji bo kifşkirina endamên Meclisa Neteweyî cara 6emîn e ku diçin ser sandoqê.
Li welêt nêzî 5 milyon û 387 hezar hilbijêrên qeydkirî hene, ji bo meclisa 125 kesane 299 jê jin, hezar û 314 kes ketin hilbijartinê.
Nêzî 77 hezar û 700 xwecî, 880 biyaniyên çavdêr hilbijartinê dişopînin.
Dengdayîn wê li gor saeta herêmî heta 19.00î dewam bike. Tê payîn ku encamên ewil ên nefermî êvarê werin eşkerekirin.
AA