Gelê Bosna Hersekê diçe ser sandoqê

Di hilbijartinên ku endamên kanton, entite, parlamentoyên neteweyî û Konseya Serokatiya Dewletê bên hilbijartin da 3 milyon, 352 hezar û 933 dengdêrên qeydkirî dê deng bidin

Gelê Bosna Hersekê diçe ser sandoqê

Li Bosna Hersekê di hilbijartinên ku endamên kanton, entite, parlamentoyên neteweyî û Konseya Serokatiya Dewletê bên hilbijartin da dengdayînê dest pê kir.

Li welêt 3 milyon, 352 hezar û 933 dengdêrên qeydkirî dê li gorî dema herêmê di navbera saet 07.00 û 19.00an da raya xwe bavêjin.

Li Bosna Hersekê pergaleke siyasî ya tevlihev heye ku ev pergal jî di çarçoveya Peymana Aştiyê Daytonê ya ku dawî li Şerê Bosnayê (1992-1995) anîbû da hatibû avakirin. Li gorî vê, dengdêr dê dengê xwe bidin 7 hezar û 498 namzedên ku ji bo 518 kursiyan ketine milmilaneyê.

Di vê navberê da di hilbijartinên endamên Konseya Serokatiya Dewletê ku postê herî bilind ê dewletê ye û ji sê endamên Boşnaq, Sirb û Xirvat pêk tê da 15 namzed ketine qayîşê.

Di hilbijartinên ku piştî Peymana Aştiyê Daytonê ev cara heştemîn e tên lidarxistin da endamên nû yên parlamentoyên herdu entiteyan ên Federasyona Bosna Hersekê û Komara Sirb û herwiha yên parlamentoyên 10 kantonên li Bosna Hersekê bên diyarkirin.

Li gorî daneyên Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê, 58 partiyên siyasî, 34 namzedên serbixwe û 36 hevpeyman tevlî hilbijartinê dibin. Tê texmînkirin ku encamên pêşîn ên nefermî dê beriya nîvê şevê bên ragihandin.

6 hezar û 500 çavdêr hilbijartinan dişopînin.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Cotmeh 2018, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE