Gel ji ber tûnebûna konan di mektebê de dijî

Li Sûriyê her roj bi hezaran malbat ji ber bombebarandina rejîma Esed cî û warên xwe diterikînin.

Gel ji ber tûnebûna konan di mektebê de dijî

Li sûriyê her roj bi hezaran malbat ji ber bombebarandina rejîma Esed cî û warên xwe diterikînin. Hin kes ji ber tunebûna konan xwe spartine dibistanan. Tevî zarokên xwe di dibistanen de di jiyaneke dijwar dijîn.

Denge top û bombeyan…

Neçarî û rêwîtiyên zexmet…

Koçberiyên ber bi nediyariyê ve…

Ev rewş li axa Sûriyê qet kêm nabûn…

Û hêj jî dewam dikin…

Ji ber erîşên bomberandina Rejîma Esed her roj bi hezaran sivîl cî û warên xwe diterikînin.

Gelek kes nikarin ciheke ewle peyda bikin.

Ji ber tunebûna konan kî ciheke sergirtî peyda kir dikeve wê derê.

Ev der jî navçeya Termanîna Îdlibê ye.

Navçe ji bo pênaberan bûye stargeh.

Nêzî 40 malbat ji herêma Ebzîmoyê ji ber erîşan rejîma Esed reviyan û hatin vê derê.

Xwe spartinê hewşe û sinifên dibistanê.

Tevî zarok û eşyayên xwe hatine û xwe li vir bi cîh kirine.

Yek ji wan jî Emîra Mûhammed e.

Bi tevî zarok û mêrê xwe yê astengdar ji erîşan reviya ye û xwe spartiye vê dibistanê.

“Em 9 sal in vê şerê dijîn. ez 9 sal in bi rehetî ranazêm. malên xwe hilweşandin. jiyana me serobino kirin. em ji erîşan reviyan û me xwe spart vê disbitanê. em zarokên xwe çawa xwedê bikin nizanim. tiştê herî xirab jî êdî em mirinê dixwaz in. niha hewcedariya me ji her tiştî rê heye. zarokên me birçîne. em birçînin.”

Emîra Muhammed ji ber neçariyê di polen disbitanê de ji zarokên xwe re xwarinê çê dike.

Malbatên di dibistanê de neçar û şerpeze bûne.

Tenê dixwazin ku ev şer were sekinandin û di malen xwe de bijîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE