Gelê Êrmenistanê li ser sandoqê ye

Li Êrmenistanê piştî krîza siyasî û bûyerên civatî biryara hilbijartina pêşwext hat dayîn û gel li ser sandoqan e.

Gelê Êrmenistanê li ser sandoqê ye

Li Êrmenistanê piştî krîza siyasî û bûyerên civatî biryara hilbijartina pêşwext hat dayîn û gel li ser sandoqan e.

Li Êrmenistanê piştî xwepêşandanê meha nîsanê Nîkol Paşînyan bû serokwezîr. Paşînyan ji bo ku pêşiya hilbijartina pêşwext veke di meha cotmehê da îstifa kir û biryara hilbijartina pêşwext hat dayîn. Ji bo hilbijartina pêşwext a ku biryara wê hat dayîn gel îro serê sibê çû ser sandoqan.

Li giştiyê welêt dengdayînê di saet 08.00î da dest pê kir û wê 12 saetan dewam bike. Nifûsa welêt nêzî 3 milyonî ye û 2,5 milyon jî hilbijêr hene. 

Li Êrmenistanê ji bo partiyên ku bi tena serê xwe dikevin hilbijartinê benda ji sedî 5an, ji bo tifaqan jî benda ji sedî 7an heye.

Di hilbijaretinê da herî kêm 101 parlamenterên nû wê werin hilbijartin. Li gor destûra bingehîn a Êrmenistanê endamê parlamentoyê herî kêm 101, herî zêde 200 e.

Li gor destûra bingehîn divê herî kêm 3 partî têkevin parlamentoyê.

Li gor texmînê tifaqa ku pêşengiya wê Nîkol Paşînyan dike, wê hilbijartinê qezenc bike.AA

Dîroka nûkirinê: 11 Kanûn 2018, 10:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE