Gelê Serêkaniyê nasnameyên xwe distîne

Niştecihên bajêr serî li midûriyetê didin û nasnameyên xwe derdixin

Gelê Serêkaniyê nasnameyên xwe distîne

Li Serêkaniya Sûriyê, bi piştgiriya Walîtiya Şanliurfayê, êdî gel dibe xwediyê nasnameyê. Kesên dixwazin nasnameyên xwe derxin, tên midûriyetê û nasnameyên xwe yên bi teknolojiya herî nû, distînin.

Bajarê Serêkaniyê, di Herêma Kaniya Aştiyê de ye.

Her ku diçe li wir jiyan xweş û aram dibe.

Li Serêkaniyê gelek xizmet tên dayîn.

Yek jî wan xizmetan jî, dayîna nasnameyan e.

Li navenda bajêr, bi piştgiriya Walîtiya Rihayê, Midûriyeta Nifûsê hat avakirin.

Kesên dixwazin nasnameya xwe bigrin, serî li nifûsê didin û di demeke kurt de huviyetên xwe yên bi teknolojiya herî nû distînin.

Li midûriyetê tenê xebatkarên Sûriyeyî dixebitin.

Herwiha personelên midûriyetê xizmetê didin wan kalûpîrên ku nikarin ji mala xwe derkevin jî.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE