Gelê Suriyeyê piştgiriyê dide leşkerên me

Xelkê Îdlib û Azezê piştgiriyê dide Operasyona Mertalê Biharê

Gelê Suriyeyê piştgiriyê dide leşkerên me

Gelê Surıiyeyê piştgiriyê dide Operasyona Mertalê Feratê. Xelkê Îdlibê û yê li herêma Operasyona Mertalê Feratê ji bo piştgiriya leşkeran meş li dar xist. Bi hezaran Suriyeyî tevî zar û zêçên xwe beşdarî meşê bûn.

Xelkê Sûriyê, piştigiryê dide Operasyona Mertalê Biharê.

Sivîlên li herêmê, bi alayên Türkiyê û bi pankartên xwe piştgirî dan leşkeran.

Ev dîmen ji navenda Îdlib û ji navçeya Sermadayê hatin kişandin. Xelkê wan deran ji bo piştgiriya leşkeran daketin qadan.

Bi dirûşmên ku hildan, bal kişandin ser biratî û qehremaniya leşkeran. Di meşê de ji bo leşkerên şehîd sersaxî jî hat xwestin.

Behsa bihevrebûna Çanakkaleyê kirin û ji bo leşkeran minetdariya xwe anîn ziman. Di meşê de Esed jî hat protestokirin.

Ji ber qetilkirina sivîlan, bertek nîşanî rejîmê dan.

Li Atmeya Îdlibê jî xwendekaran piştgirî dan leşkeran.

Gelê Azezê jî ji bo piştgiriya leşkeran li meydanê kom bû.

Di protestoyê de êrîşên rejîmê hatin şermezarkirin û ji bo şehîdên Türkiyê sersaxî hat xwestin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE