Gelek serokdewlet dê beşdarî vekirina dîrokî bibin

Balafirgeha nû ya Stenbolê ya ku dê bibe mezintirîn balafirgeha cîhanê dê 29ê Cotmehê Cejna Komarê, hejmarek gelek serokdewlet beşdarî merasîma vekirina wê bibin.

Gelek serokdewlet dê beşdarî vekirina dîrokî bibin

Balafirgeha nû ya Stenbolê ya ku dê bibe mezintirîn Balafirgeha cîhanê, dê 29ê Cotmehê Cejna Komarê, hejmarek gelek serokdewlet beşdarî merasîma vekirina wê bibin.

Amadehiyên merasîma vekirina Balafirgeha Stenbolê gihiştin nêzîka dawiyê. Merasîma vekirinê dê ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan roja duşembê, bi şahidiya mêvanên ku dê ji çar aliyên cîhanê bên, bê kirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kirin, yekemîn faza Balafirgeha nû ya Stenbolê ya ku ji aliyê Koma Hevkariyê ya Limak/Kolin/Cengiz/Mapa/Kalyon tê çêkirin, dê di salvegera avakirina komarê de bê vekirin.

Hat ragihandin ku hejmara mêvanên ast bilind yên weke serokdewelet, serokhikûmet û wezîrên veguhastinê di nav wan de ne, ku hatina wan hatiye teyîdkirin ji 50î derbas bûye.

Dê merasîma vekirinê bi weşanên zindî ji 4 aliyê cîhanê ve bê şopandin.

Merasîma vekirina yekemîn faza balafirgeha ku salane xwedî qebareya 90 milyon rêwiyî ye, dê 29ê cotmehê seat 16.00an bi konsera Orkestraya Senfoniya Serokomariyê dest pê bike.

Dê hejmarek gelek serokdewlet beşdarî merasîma vekirinê bibin

Serokê Komara Albanyayê Ilir Meta, Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî, Serokê Komara Qirgiz Sooronbay Jeenbekov, Serokê Komara Kosovayê Hashim Thacî, Serokê Komara Qibrisa Bakur a Tirkî Mustafa Akincî, Serokê Komara Makedonyayê Prof. Gjorge Ivanov, Serokê Komara Moldovayê Igor Dodon, Serokê Komara Îslamî ya Pakistanê Dr. Arif Alvî, Serokê Komara Sirbistanê Aleksandar Vucic, Serokê Komara Sudanê Feldmareşal Omar Hassan Ahmad Al Bashir, Serokê Konseya Wezîran a Bosna Hersekê Dr. Denis Zvizdic, Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisovê, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Veguhastin û Peywendiyê yê Kongoya Demokratîk, Cîgira Serokwezîrê Slovenyayê Alenka Bratusek, Wezîrê Karê Derve yê Gurcistanê David Zalkalianî (serok heyet), Wezîrê Karê Derve yê Îranê Dr. Mihemed Cewad Zerif (serok heyet), Seroka Herêma Gagauza li Komara Moldovayê Cumhuriyeti Irina Vlah dê beşdarî merasîmê bibin.

Fira yekem 31ê cotmehê bo Enqereyê ye

Yekemîn sefera balafirgeha nû ji aliyê THYê ve bi Boeing 777ê 31 cotmehê ber bi Enqereyê ve bê.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Cotmeh 2018, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE