Doh seetên şeweqê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de gengeşî dest pê kir. Paşê jî keştiya Rûsyayê moşek avêtin keştiya Ûkraynayê. Serokkomarê Ûkraynayê Petro Poroşenko daxuyand ku di 2 keştiyan de xisar çêbûye.
Li herêma Behra Azakê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de gengeşî derket.
Keştiyên Rûsyayê îdia kir ku keştîyên Ukraynanyê ketina nav sînorê ava wan û moşek avêtin ser keştiyên Ukraynayê.
Paşê jî artêşa Ukraynayê daxuyand ku Rûsyayê moşek avêtine ser keştiyên wan. Hat diyarkirin ku ji ber gule reşandinê di keştiyeke ukraynayê de xisar çêbû û 6 murettebat birîndar bûn.
Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB) ew yek piştrast kir ku ji bo li Behra Azakê keştiyên cengê yên Ukraynayê bi darê zorê bên rawestandin, çek hat emilandin.