Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) li xetên eniya başûrê bajarê Îdlibê rê li ber hêzên rejima Esed û Hêzên Taybet ên Ûris girt.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ANSê hilda hêzên rejima Esed û Hêzên Taybet ên Ûris derengiya şevê xwestin bigirin ser kozikên ANSê yên li ser xeta Enkawiya Deşta Xabê ya li Hemaya başûrê Îdlibê dikeve.
Bi ferqkirina ANSê va şer derket û ji hêzên rejimê gelek kes birîndar bûn û li ser vê ew paşve kişiyan.
Li gor çavkaniyên ANSê ji Hêzên Taybet ên Ûris jî birîndar hene.
AA