Hat ragihandin ku ji bo welatiyên Türkiyeyê û biyaniyên ku îqameya wan li Türkiyeyê heye, geştên asîmanî yên bi îzna taybet ji Îngiltereyê ber bi Tirkiyeyê ve destpê kirin.
Li gorî daxuyaniya Balyozxaneya Türkiyeyê ya li Londonê, dê tenê welatiyên Türkiyeyê û biyaniyên ku îqameya wan li Türkiyeyê heye, bikaribin ji vê îznê sûdmend bin.
Dema rêwî gihiştin Türkiyeyê dê testa wan a cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) bê kirin heta 7 rojan bikevin qarantînayê.
Dê bilêtên geştên asîmanî yên navborî ji fîrmeyên geştên asîmanî yên peywendîdar bên sitendin.
AA