Girava Axtamarayê bi çîçekên darên behîvê xemilî

Li Wanê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da Girava Axtamarayê ji ziyaretê ra hat girtin. Li giravê bi germbûna hewayê ra çîçekên darên behîvan bişkivîn û girav bi çîçekan xemilî.

Girava Axtamarayê bi çîçekên darên behîvê xemilî

Girava Axtamarayê zivistanê di binê berfê da dimîne, biharê jî di nav şînahiya Gola Wanê da bi dar û ber û çîçekên darên behîvan va dîmenên wê yên hejmetkar dertê holê.

Di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê da girav ji bo ziyaretê girtî ye. Piştî ku çîçekên darên behîvê bişkivîn, giravê xemla xwe ya biharê li xwe kir.

Girav ji navçeya Gevaşê bi kelekê va 20 deqîqeyan dûrî qerax e. Çiyayê Artosê bi berfa ser xwe va dikeve hemberî giravê

Hin wênekêşên ku xwestin vê dîmena bêhempa bikşînin, ji Walîtiyê destûr xwestin û wêneya dîroka giravê û xemla siruştî ya li giravê kişandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE