Gobeklitepe: Îsal 460 hezar kesî ziyaret kir

Gobeklitepeya ku ji roja hatiye keşfkirin heta niha bala turîstan dikişîne, hersal bi hezaran geştiyarên xwemalî û biyanî diezimîne.

Gobeklitepe: Îsal 460 hezar kesî ziyaret kir

Di 10 mehên salê da bi qasî 460 hezar kesî Gobeklitepe ziyaret kir ku bi 12 hezar sal raboriya xwe va wekî "ciyê destpêka dîrokê" tê tewsîfkirin. Vê reqamê wekî reqama herî bilind a heta niha di nava qeydan da ciyê xwe girt.

Gobeklitepeya ku ji roja hatiye keşfkirin heta niha bala turîstan dikişîne, hersal bi hezaran geştiyarên xwemalî û biyanî diezimîne.

Piştî ku ji hêla Serokomar Recep Tayyip Erdogan va 2019 wekî "Sala Gobeklitepeyê" hat ragihandin, eleqeya ji bo vê derê pir zêde bû û hejmara turîstan wê salê derket 412 hezar û 378anç

Di sala 2020î da jî ji ber şewba Kovîd-19ê, Gobeklitepe 3 meh hat girtin û lewma jî ev hejmar di 197 hezar û 912 kesan da ma.

Midûrê Çand û Turîzmê yê Parêzgehê Aydin Aslan diyar kir, di 10 mehên salê da bi qasî 460 hezar kesî Gobeklitepe ziyaret kir.

Aslan got, hê 2 meh maye sal biqede û eleqeya germ a ji bo Gobeklitepeyê didome û wiha dewam kir:

"Hejmara ziyaretvanên 10 mehên sala 2021ê, ji ya 12 mehên sala 2019an ya ku wekî 'Sala Gobeklitepeyê' hatibû ragihandin, zêdetir e. Lewma jî em pir hêvîdar in. Ev reqam wê yekê nîşanî me dide ku hejmara ziyaretvanan di salên pêş me da dê derkeve 1-1,5 milyonî."

Aslan bal kişand ku li bajêr salê 12 meh liv û tevgera turîstan heye û lewma jî bangî veberhêneran kir ku bên bajêr û veberhênanê bikin.

Alîkara Serokê Komeleya Pêşxistina Turîzma Şanliurfayê û Endama Lijneya Rêveberiyê ya Yekîtiya Acentayên Seyahetê yên Tirkiyeyê Rahime Yaşarê jî diyar kir, bi ragihandina 2019an a wekî "Sala Gobeklitepeyê" va qîmeta herêmê ya di warê geştiyariyê da pir zêde bû û ev yek hê jî didome.

Yaşarê destnîşan kir ku Şanliurfa li Tirkiyeyê dikare bibe lokomîtîfa turîzmê û wiha dewam kir, "Ji niha va hejmara ziyaretvanan nêzîkî 500 hezarî bû. Gobeklitepe taca serê me ye. Hem li welêt û hem li dervayî welêt pir navdar bû."

Midûrê Otêla Nevaliyê Ahmet Kaan Kaya jî diyar kir, bi tesîra civîna danasînê ya "Girên Kevir" va ya ku bi beşdariya Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nuri Ersoy hat lidarxistin, Şanliurfa dê ji hêla bêtir turîstan va were ziyaretkirin.

Kaya diyar kir, mêvanên tên pir kêfa wan bi Gobeklitepeyê ra diçe û wiha got, "Ji bo 2022 û 2023yan ji niha da ji dervayî welêt telebên mayînê tên. Êdî otêlên nû dê bên çêkirin, derfeta îstixdamên nû dê çêbe."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE