Gorên qurbaniyên qirkirina Srebrenîtsayê ji bo lêzedekirina hestiyan dîsan tên vekirin

Gorên qurbaniyên qirkirina Srebrenîtsayê ji bo lêzedekirina hestiyan dîsan tên vekirin

Bi boneya 27emîn salyada qirkirina Srebrenîtsayê, li goristanên ku 50 qurbaniyên din lêhatin veşartin, bi mebesta lêzedekirina bermayiyên hestiyan gor dîsan tên vekirin.

Di daxuyaniya Enstituya Kesên Wenda ya Bosna Herzegê de di çarçoveya xebatên ku biryar e 7 rojên kar bidome de dê 85 gor bên vekirin û wiha hat gotin, "Hestiyên qurbaniyan ên ku vê taliyê hatin dîtin ewê paşê li goran bên zêdekirin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankiin ku bi vê mebestê her roj 13, roja dawîn jî dê 7 gor bên vekirin. Heta nuha nêzîka 1000 gorî jinûve hatine vekirin.

- Li Srebrenîtsayê çi bûbû?

11ê Tîrmeha 1995an yekîneyên Sirbîstanê ên di fermandariya Ratko Mladîç da Srebrenîtsa dagîr kirin, eskerên Hollandaya ku Boşnakên sivîl xwe sipartibûn wan her çendî, di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) de bûn, piştî demekê ew teslîmî Sirban kirin.

Sirban destûr dan ku jin û zarok derbasî herêmên di bin kontrola eskerên Boşnak de, bibin, herî kêm 8 hezar û 372 mêrên Boşnak di daristan, fabrîqe û enbaran de kuştin. Cinazeyên Boşnakan jî xistin gorên komî.

Piştî şer, xebatên lêgerînê hatin kirin, cinazeyên nasnameya wan tên tesbîtkirin jî her sal di 11ê temûzê de li Goristana Abîdeyê ya Potoçariyê tên definkirin.

Di Goristana Abîdeyî ya Potoçariyê da merzelê 6 hezar û 671 qurbaniyên qirkirinê hene û ev hejmar dê di 11ê temûzê de derkeve 6 hezar û 721ê.

Di merasima cenazeyê ya ku bi boneya 27emîn salyada qirkirina Srebrenîtsayê de hat lidarxistin de 50 qurbaniyên din hatibûn definkirin.

Tevî ku 27 sal ji ser re derbas bûye, hê cesedê nêzîka 1000 qurbanî nehatiye dîtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE