Guterres: "Em sala 2021ê bikin sala şifayê"

Sekreterê Giştîyê Neteweyên Yekbûyî Guterres anî ziman piştî şewba feqîrî, birçîbûn, tundî çêbû lê merivan destê xwe dirêjî hevdu kirin û ev rûhê yekitî, hevrabûn û roniyên hêviyê wê bigihêje her dera dinyayê.

Guterres: "Em sala 2021ê bikin sala şifayê"

Sekreterê Giştîyê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di peyama xwe ya serê salê da got ew hêvî dike piştî şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya ku li dinyayê jiyana her kesî serobino kir sala 2021ê hêviyê pêk bîne.

Guterres anî ziman piştî şewba feqîrî, birçîbûn, tundî çêbû lê merivan destê xwe dirêjî hevdu kirin û ev rûhê yekitî, hevrabûn û roniyên hêviyê wê bigihêje her dera dinyayê.

Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres wiha got: "Em bi hev ra li dijî qeyrana siruşt û avûhewayê têkoşînê bidin. Em Kovîd-19ê têk bibin û sala 2021ê bikin sala şifayê. Em ji vê vîrusa dikuje xelas bibin, em aboriyên xirab û civakan baş bikin, em cudakariyê ji holê rakin û em gerstêrkê qenc bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE