Guterresê Sekreterê Giştî yê NYyê ji bo Îdlibê banga "agirbestê" kir

Guterres ji bo dîtina hewcedariyên kesên di 6 mehên dawîn da ji cî û warên xwe hatin kirin banga 500 milyon dolar alîkariyê kir.

Guterresê Sekreterê Giştî yê NYyê ji bo Îdlibê banga "agirbestê" kir

Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) bang kir ku "tevlihevî û tundiya li Îdlibê were bidawîkirin û "agirbest" were pêkanîn.

Guterres li Navenda Giştî ya NYyê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li bakurê Sûriyeyê ji ber pevçûnan kêmzêde 900 hezar kes ji cî û warên xwe hatin kirin, zarok ji sermayê mirin û hiqûqa mirovahiyê ya navneteweyî "bi sîstem" hat binpêkirin.

Guterres destnîşan kir ku li rojavayê Sûriyeyê 2,8 milyon kes hewcedarê alîakriya mirovahiyê ne, ji bo dîtina hewcedariyên kesên di 6 mehên dawîn da ji cî û warên xwe hatin kirin banga 500 milyon dolar alîkariyê kir.

Guterres wiha axivî: "Hikûmeta Sûriyeyê bi piştgiriya êrîşên ji hewayê yên Rûsyayê va salek e ji beja ra êrîşan didomîne. Vê mehê di navbera hêzên Sûriyeyê û Tirkiyeyê da pevçûnên bi mirin çêbûn. Ev jî xêncî rewşa însanî ya dramatîk a her diçe xirab dibe bi xwe ra encamên ku nayên texmînkirin ên mezin tîne."

Sekreterê Giştî bang kir ku pêşî li rageşiya mezin divê were birîn "tevlihevî û tundiya li Îdlibê were bidawîkirin û "agirbest" were pêkanîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE