Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ji bo ku beşdarî Konferansa Navbeynkariyê ya Stenbolê bibe wê di dawiya cotmehê da were Tirkiyeyê.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên NYê hildan, Guterres wê di dawiya cotmehê da Tirkiyeyê ziyaret bike.
Guterres wê di 31ê cotmehê da beşdarî Konferansa Navbeynkariyê ya Stenbolê bibe. Ev konferans di warê navbeynkariyê da ji fealiyetên sereke ya Tirkiyeyê ye.
AA