Hakan Atîlla dişînin Tirkiyeyê

Mehmet Hakan Atîllayê Alîkarê Midûrê Giştî yê Bankaya Halkê yê berê ji bo ku bişînin Tirkiyeyê ji navenda binçavkirinê ya ku li Amerîkayê lê girtî bû transferê balafirgehê kirin

Hakan Atîlla dişînin Tirkiyeyê

Mehmet Hakan Atîllayê Alîkarê Midûrê Giştî yê Bankaya Halkê yê berê yê ku di doza mueyîdeyên Îranê ya li Amerîkayê da sûcdar hat dîtin û 32 meh cezaya hepsê temam kir piştî texliyekirinê ji bo ku Tirkiyeyê ji navenda binçavkirinê ya ku ji bo miameleyên dersînoriyê lê girtî bû transferê balafirgehê kirin.

Rayedarê York County Prîsonê yê ku nûçegihanê AAyê bi telefonê gihayê piştrast kir ku Atîlla ji navenda binçavkirinê hat berdan û ew teslîmê rayedarên Buroya Mihafazayê ya Gumrikê û Koçberiyê ya Amerîkayê kirin.

Atîlla transferê Balafirgeha JFKyê ya New Yorkê kirin û hat hînbûn ku dê îro wî bişînin Tirkiyeyê. Agahiyên sefera Atîlla ji bo ewlehiyê nehat parvekirin. Tê payîn ku Atîlla bi saeta Tirkiyeyê danê sibehê li Stenbolê peya be.

Atîlla piştî ku 32 meh cezaya hepsê temam kir di 19ê temûzê da hatibû texliyekirin û ji bo ku miameleyên dersînorkirina wî bê temamkirin ew sewqî York Country Prîsina navenda binçavkirinê kiribûn.

Atîlla di 27ê adara 2017an da li Balafirgeha New York JFKyê hatibû binçavkirin û wek tekane bersûcê doza ku ji bo îxlala mueyîdeyên Îranê hatibû vekirin hatibû darizandin. Jurî Atîlla ji ber 5 sûcdarkirina sûcdar dîtibû.

Hakan Atîlla di doza mueyîdeyên Îranê da sûcdar hatibû dîtin û 32 meh cezaya hepsê xwaribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Tîrmeh 2019, 10:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE