Hamasê bi îstixbarata Misrê ra hevdîtin kir

Hamas ji bo Îsraîl midaxeleyî hilbijartina Filistînê neke li qada navneteweyî hevdîtinan dike

Hamasê bi îstixbarata Misrê ra hevdîtin kir

Hamasê daxuyand ji bo ku Îsraîl midaxeleyî hilbijartina Filistînê neke di qada navneteweyî da ew hevdîtinan dikin ku zext li ser Îsraîlê bê kirin.

Endamê Buroya Siyasî ya Hamasê Husam Bedran di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got: "Hamas kirinên dijmin ên di binçavkirinê da dike dişopîne. Herî dawîn Hesen El Wardiyayê endamê di lîsteya Hamasê da cih digire hat binçavkirin."

Bedran got ji bo ku Îsraîl midaxaleyî pêvajoya hilbijartina Filistînê neke Hamas di qada navneteweyî da hevdîtinan dike ku zext li ser Îsraîlê bê kirin.

Bedran anî ziman Îsraîl merivan binçav dike ku tesîrê li ser hilbijartinan bike û rê li ber bigire.

Hamasê bi îstixbarata Misrê ra hevdîtin kir

Ji hêla din Berdevkê Hamasê Hazim Qasim daxuyand Hamasê bi îstixbarata Misrê ra der barê hilbijartinan da hevdîtin kir.

Qasim ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand Hamas bi heyeta Misrê ya ku hatiye Xezeyê ra der barê hilbijartinên li Filistînê da axivî û wiha got: "Peymana di navbera komên Filistînî ya der barê hilbijartinan da li Qahireyê hatibû îmzekirin hat axaftin. Qahire dixwaze vê peymanê bişopîne ku bikeve rewacê."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE