Hamas dixwaze dorpêçiya Îsraîlê ji holê rabe

Serokê Buroya siyasî ya Hamasê ya Berê Xalid Meşal: "Îsraîl çawa ku mecbur ma ji Xezeyê derkeve, ji bo ku ax û desthilatiyê bide me jî divê mecbur bimîne."

Hamas dixwaze dorpêçiya Îsraîlê ji holê rabe

Serokê Buroya siyasî ya Hamasê ya Berê Xalid Meşal got dorpêçiya Îsraîlê ya li ser Xezeyê divê bêyî mizakereyan ji holê rabe.

Meşal daxuyanî da televîzyona Al Jazeeraya ku navenda wê Qeter e û got: "Îsraîl çawa ku mecbur ma ji Xezeyê derkeve, ji bo ku ax û desthilatiyê bide me jî divê mecbur bimîne."

Meşal got dorpêçiya Îsraîlê ya li ser Xezeyê divê bêyî mizakereyan xilas bibe.

Meşal anî ziman Hamas li dû nirxên xwe tevdigere, ne ji bo berjewendiyên xwe û wiha dewam kir: "Hamasê heke bixwesta li gor Rojavayê tevbigere we yê ew li Qesra Spî û paytextên din ên Ewropayê bidîta."

Der barê mizakereya di navbera komên Filistînî da jî Meşal got ji bo ku lihevkirin çêbibe, Hamas çi hewce bike dike û gavên mezin davêje, lê rêvebiriya Ramallahê vê derfetê baş bi kar nayne.

Di çarçoveya mizakereyên li Qahîreya paytextê Misirê da di 12ê Cotmeha 2017an da peymana lihevkirinê ya ku perçebûna Filistînê ji holê radike hatibû îmzekirin.

Îsraîlê di şerê navbera Îsraîl û Ereban a 1967an da Xeze bi dest xistibû, lê di 2005an da ji herêmê vekişiyabû.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE