Hat îdiakirin ku Îsraîlê bi moşekan êrîşî başûrê Sûriyeyê kir 

Hat îdiakirin ku Îsraîlê bi moşekan êrîşî başûrê Sûriyeyê kir 

Rejima Beşşar Esed îdia kir ku Îsraîlê bi moşekan ji bejayiyê êrîşî hin herêmên eskerî yên li başûrê Kuneytraya bajarê Sûriyeyê kir.


Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a rejima Esed SANAyê, bi saeta herêmî di saet 00.30î da Îsraîlê bi moşekan va êrîşî hin cihên eskerî yên rejimê yên li bajarê Kuneytrayê kir.


Hat gotin ji ber van êrîşên ji Girên Golanê yên dagirkirî hatine kirin zirar çêbû.


Tê zanîn ku li Kuneytrayê ji bilî cihên eskerî yên rejimê, cihên Hizbullahê û komên terorîst yên ku Îran piştgiriya wan dike jî hene.

Îsraîl ji sala 2011an vir va li Sûriyeyê êrîşî cihên eskerî yên komên Îran piştgirê wan e û rejimê dike.

Rayedarên Îsraîlî gelemperî der barê êrîşên dijî Sûriyeyê da şiroveyan nakin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE