Hat îdiakirin ku Îsraîlê bi moşekan êrîşî Şamê kir

Hat îdiakirin ku Îsraîlê bi moşekan êrîşî Şamê kir

Rejima Beşşar Esed îdia kir ku Îsraîlê ji bejayiyê bi moşekan va êrîşî hin herêmên eskerî yên li Şama paytextê Sûriyeyê kir.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a rejima Esed SANAyê, bi saeta herêmî di saet 23.35an da Îsraîlê bi moşekan va êrîşî hin cihên eskerî yên rejimê yên li bajora Zakiyeyê ya li başûrê Şamê kir.

Hat gotin dengê teqînan hat û ji ber van êrîşên ji Girên Golanê yên dagirkirî hatine kirin zirar çêbû.

Tê zanîn ku li Şamê û dora wê ji bilî cihên eskerî yên rejimê, cihên Hizbullahê û komên terorîst yên ku Îran piştgiriya wan dike jî hene.

Îsraîl ji sala 2011an vir va li Sûriyeyê êrîşî cihên eskerî yên komên Îran piştgiriya wan dike û rejimê dike.

Rayedarên Îsraîlî gelemperî der barê êrîşên dijî Sûriyeyê da şiroveyan nakin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE