Hat îdiakirin Îsraîlê li dijî Şamê êrîşa asîmanî kir

Hat îdiakirin Îsraîlê li dijî Şamê êrîşa asîmanî kir

Rejima Beşar Esed îdia kir ku Îsraîlê li dijî hin ciyên eskerî yên li paytextê Sûriyeyê Şamê êrîşa asîmanî kir.

Ajansa nûçeyan a rejima Esed SANAyê di nûçeya xwe ya ku sipart çavkaniyên eskerî da îdia kir, Îsraîlê bi dema herêmê di saet 00.41an da êrîşa asîmanî bir ser hin ciyên eskerî yên li dewrûbera Şamê.

Di nûçeyê da wiha hat gotin, "Pergalên me yên parastina asîmanî bersiv dan fuzeyên dijmin û piraniya wan daxistin."

Li paytext Şamê û çoltera wê ji xeynî artêşa rejimê, ciyên eskerî yên komên terorîstên biyanî yên Îran li piştê û her wiha yên Hizbullahê hene. 

Peywirdarên Îsraîlî bi piranî der heqê êrîşên dijî xaka Sûriyeyê da şîroveyê nakin. 

Îsraîl ji sala 2011an a destpêka şerê navxweyî û vir va li Sûriyeyê car carî êrîşan dibe ser ciyên eskerî yên rejimê û her wiha yên komên Îran li piştê ye.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE