Hat tescîlkirin ku li eyaleta Mîchîganê di hilbijartinan da Bîden bi ser ket

Ekîba Trump serî li mehkemeyê dabû ku encamên vê eyaletê ya ku Bîden ji 150 hezarî zêdetir ray hildaye neyê qebûlkirin, lê tu encam bi dest nexistibûn.

Hat tescîlkirin ku li eyaleta Mîchîganê di hilbijartinan da Bîden bi ser ket

Li Amerîkayê hat tescîlkirin ku di hilbijartinên serokatiyê da li eyaleta Mîchîganê jî Demokrat Joe Bîden qezenc kir.

Lijneya Hilbijartinê ya Mîchîganê daxuyand namzedê Demokratan Joe Bîden di hilbijartinan da li eyaletê Donald Trump li dû xwe hîşt û bi ser ket.

Bi vê daxuyaniyê va encamên 83 herêman yên li Mîchîganê hatin tescîlkirin û serkeftina Bîden ya li vê eyaletê jî bi fermî hat qebûlkirin.

Ekîba Trump serî li mehkemeyê dabû ku encamên vê eyaletê ya ku Bîden ji 150 hezarî zêdetir ray hildaye neyê qebûlkirin, lê tu encam bi dest nexistibûn.

Li Amerîkayê di hilbijartinên serokatiyê ya 59emîn da li gor encamên ne fermî Bîden 306 delege, Trump jî 232 delege bi dest xistibûn.

Trump gotibû di hilbijarinan da hîle heye û ewê serî li mehekemeyê bixe, ew encaman qebûl nake.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE