Li Efrînê jî haziriya ji bo zivistanê dewam dike. Piştî ku cotkar gûzên xwe berhev dikin, vê carê jî davên qeşareyê da ku gûzan ji qaşilên wan paqij bikin.
Efrînî gûzên xwe berhev kirin.
Niha jî bi dor gûzan davêjin qeşareyê ku ji qaşilan bên paqijkirin.
Li Efrînê bi temamî du heb makineyên qeşareyê hene, ji ber wê jî dor zû bi zû nayê.
Her malbat li gorî kulfetên xwe gûzan berhev dike an jî distîne.
Gûzên ku niha dikirin ji bo zivistanê dikin bastîk û şaran jî.
Her wiha qalikên gûzan jî nayên avêtin, qalikên qeşartî wê bên hişkirin û pişt re jî bên firotin.
Lewra tê gotin ev qalik ji bo nexweşiyên daran derman e.