Hebûna PKKya rêxistina terorê ya li Şengalê dewam dike

Hebûna PKKya rêxistina terorê ya li Şengalê dewam dike

PKKya rêxistina terorê ev 6 sal e li Şengala navçeya Mûsilê bi milîtanên ku ji Sûriye û Qendîlê anîn û milîsên xwe yên herêmî va bi cî bû û fealiyetên xwe yên eskerî û siyasî didomîne.

Şengala ku bi nêzbûna xwe ya ji sînorê Sûriye û Tirkiyeyê ji bo PKKyê di pozîsyoneke “stratejik” da ye ji ber peymana ku di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da di 9ê cotmehê da hat îmzekirin di rojevê da cî digire.

Piştî peymana navborî ya ku tê da madeya dawîlêanîna hebûna PKKyê ya li Şengalê heye AAyê dîmenên kampên rêxistinê yên li herêmê kişandibû.

Dîmenan nîşan dabû ku rêxistin digel peymanê hebûna xwe ya li herêmê didomîne.

- Rêxistinê DEAŞ kir hincet û li herêmê bi cî bû

Tê texmînkirin ku li Şengalê berî êrîşa DEAŞê ya di 3yê tebaxa 2014an da bi qasî 300 hezar kes dijiyan, tê diyarkirin ku ji sisyan duduyê vî nifûsî Kurdên Êzdî, yên din jî Kurdên Sunî û Ereb in.

PKKyê cara ewil êrîşa DEAŞê ya dijî navçeya Şengala ku piranî lê Êzdî dijîn hincet nîşan da û li herêmê bi cî bû. PKK piştî 2014an bi milîtanên ku ji Qendîlê anîn va di serî da Çiyayî Şengalê li gelek herêman bi cî bû.

- PKKyê ji kêmasiya hêzê ya li herêmê sûd wergirt

PKKyê ji kêmasiya hêzê ya li herêmê sûd wergirt û di kanûna paşîn a 2015an da ragihand ku li Şengalê “kanton” îlan kiriye. Bi qaşo meclisên gel ên ku li herêmê ava kir ket nav rêxistinbûna siyasî û teşebûs kir ku birêvebiriya herêmî bi dest bixe.

Digel ku hêzên pêşmergeyan di sermaweza 2015an de navenda navçeya Şengalê û dora wê ji DEAŞê paşva sitand jî PKKyê fealiyetên xwe yên li herêmê dewam kir. Rêxistinê ji bo milîtanên ku anî kamp ava kirin û zarokên Êzdî ên ku revandin jî li van kampan çekdar kir.

Piştî ku hêzên girêdayî hikûmeta navendî ya Iraqê di cotmeha 2017an da li Şengalê bi cî bû pêşmerge ji herêmê vekişiya. PKKyê jî hinceta xwe ya êrîşa DEAŞê ya 2014an da a dijî Şengalê domand û fealiyetên xwe yên li herêmê berfireh kir.

PKKyê li Şengalê li gor kêfa xwe baregehên kontrolê ava kirine û kûleyên çavdêriyê çêkirine. Bi vî hawî ewlehiya herêmê bi dest xistiye. PKK li vê derê bi pîkapên ku li ser "Asayîş" dinivîsin va bi rehetî wek dewriye digere.

- Stratejîkbûna Şengalê

Şengal nêzî 120 kîlomêtreyî ji navenda bajarê Mûsilê dûr e. Şengal pir nêzî sînorê Sûriyeyê ye û di heman demê da nêzî Tirkiyeyê ye jî. Ji ber ku herêm deşt e û çil û çiya lê tunene, ji rêbejan ra meriv hem dikare xwe bi rihetî bigihîne Sûriyeyê hem xwe bigihîne sînorê Tirkiyeyê.

Rêxistin bi hebûna xwe ya li Şengalê va dixwaze di navbera YPG/PKKya li bakurê Sûriyeyê û qendîla herêma bakurê Iraqê da korîdorekê çêke.

- PKK nahêle Ezdî vegerin malên xwe

Piştî êrîşa DEAŞê piraniya Êzdiyan mal û milkên xwe terk kirin û piraniya wan xwe spartin Herêma Kurdistanê, hinek hatin Tirkiyeyê û kêm kes jî revîn Sûriyeyê.

DEAŞ nêzî 15 mehan navçe dagir kir û paşê di mijdara 2015an da li herêmê kontrol bi temamî hat bidestxistin.

Hêzên pêşmerge digel ku li Şengalê kontrol bi dest xistin jî, PKKya rêxistina terorê nehişt gelek Êzdî vegerin malên xwe.

Êzdî dibêjin ku PKK nahêle Şengal cardin were înşakirin û li pêşiyê asteng e, di her firsendê da bang dike ku rêxistin demildest ji Şengalê derkeve.

Rayedarên HKIyê jî dibêjin ku Êzidî ji ber hebûna PKKyê nikarin vegerin malên xwe û nahêlin ku herên ji nû va were avakirin.

Peymana Şengalê ya ku di navbera Bexda û Hewlêrê da hat îmzekirin

Li gor metna peymanê ya ku di 9ê cotmhê da di navbera Bexda û Hewlêrê da hat îmzekirin ku nûçegihanê AAyê gihîştê, li Şengalê ji bo qaymeqamtiya navçeyê û yekeyên îdarî yên din tayînên nû wê werin kirin.

Ewlekariya nava Şengalê jî dê bi destê hêzên polêsê Şengalê, Misteşariya Ewlekariya Neteweyî û Servîsa Îstixbarata Neteweyî va digel kordînasyona bi hêzên Herêma Kurdistanê were pêkanîn.

Di çarçoveya peymana ku derxistina hemû pêkhateyên çekdar ên neqanûnî jî li xwe digire da tevî hevkariya Herêma Kurdistanê dê tayîna 2 hezar û 500 unsûrên ewlekariyê bê derxistin.

- "Hebûna PKKyê dê were dawîkirin"

Di peymanê da madeya, "Li Şengal û dewrûbera wê hebûna PKKyê dê were dawîkirin. Tu rola PKKyê û sazûmaniyên girêdayî wê dê li herêmê nemîne." heye.

Di çarçoveya peymanê da her wisa biryar hat sitandin ku rêveberiya ewlekarî û îdarî û ya Şengalê di ber çavan ra were derbaskirin, ji bo avedanîkirina Şengalê jî komîteyeke hevbeş di navber Bexda û Hewlêrê da were damezirandin.

Tê destnîşankirin, hêzên Heşda Şabî yên ku li Şengalê hebûna xwe didomînin jî dê ji navçeyê bên derxistin.

Bexda û Hewlêrê 9ê cotmehê ragihandibû ku wan li ser çareserkirina pirsgirêkên li Şengalê li hev kir ku Şengal yek ji wan herêman e ku li ser statuya wê nîqaş heye û rêxistina terorê PKK lê bi cih bûye.

Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis, heyeta Herêma Kurdistanê û nûnerên civaka Êzdî beşdarî civîna li Bexdayê ya bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî bûbûn.

Berdevkê Serokwezîriya Iraqê Ehmed Mele Telal ci daxuyaniya xwe ya piştî civînê da wiha gotibû, "Di himayeya Serokwezîr Kazimî da ji bo bihêzkirina kontrola hikûmetê li Şengalê û ji bo şikênandina hêzên ku ji derva hatine (rêxistina terorê PKK) di warê ewlekarî û îdarî da peymaneke dîrokî hat çêkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE