Welatiyên Türkiyeyê yên ku bi mebesta bicihanîna ferîzeya hecê çûbûn Hîcazê, îro dest bi vegerê kirin.
Welatiyên ku ji Türkiyeyê çûbûn Hîcazê piştî ku ferîzeyên xwe û erkên hecê qedandin, xatir ji axa pîroz xwestin.
Qafîleya pêşî ya ku ji heciyên welatiyên Türkiyeyê pêk tê îro ji Balafirgeha Navneteweyî ya Ciddeyê ber bi Stenbolê bi rê ket.
Dê Qafîleya dawîn a heciyên Türkiyeyê jî, 8ê tebaxê ji Medîneyê ber bi Türkiyeyê ve bi rê keve.
AA