"Hedefa nihaî ya Amerîkayê li Îranê, guhertine rejimê ye"

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku armanca nihaî ya Amerîkayê ya ji bo welatê wî, guhertina rejimê ye

"Hedefa nihaî ya Amerîkayê li Îranê, guhertine rejimê ye"

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku armanca nihaî ya Amerîkayê ya ji bo welatê wî, guhertina rejimê ye.

Rûhanî di merasima destpêka sala nû ya akademîk a Zanîngeha Tehranê da axivî û diyar kir ku Amerîka li dijî Îranê cenga aboriyê û cenga psîkolojîk dimeşîne.

Rûhanî wiha axivî, "Armanca nihaî ya Amerîkayê ya ji bo Îranê, guhertina rejimê ye. Ji bo ku vê armanca xwe bîne cih jî dest bi cenga aboriyê û cenga psîkolojîk kir. Qonaxa din jî ew e ku dê nîqaşên meşrûiyetê bide destpêkirin da ku rejim bixitime."

Herwiha Rûhanî bal kişand ku rêveberiya Donald Trump bi şêweyeke pir şedîd ku di dîrokê da emsalê wê tuneye, dijayetiya Îranê dike û wiha axivî, "Di serdemên berê da gava yek dibû dijmin, yê din li ser rêya navîmî dimeşiya. Vêga yên ku Amerîkayê bi rê va dibin, li ser wê yekê gotina xwe kirine yek û bi şêweyeke pir şedîd ku di dîrokê da emsalê wê tuneye, dijayetiya Îranê dikin."

Serokomarê Îranê diyar kir ku di meha mijdarê da pakêta duyemîn a astenkirinan dê bê sepandin ku divê gel ji ber vê yekê hêvîşikestî nebe û wiha axivî, "Di siberoja nêzîk da dibe ku rewş xirabtir bibe. Lêbelê di siberoja dûr da dê her tişt baştir û qenctir be."

Rêveberiya Amerîkayê di 8ê gulanê da bi şêweyeke yekalî ji peymana nukleerê vekişiyabû û 90 roj şûnda, wate di 7ê tebaxê da pakêta yekemîn a astengkirinan li dijî Îranê sepandibû.

Herwiha rêveberiya Washingtonê dê di 5ê mijdarê da jî pakêta duyemîn a astengkirinan bixe dewrê û dê astengên navneteweyî bide ser şîrketên petrolê yên Îranê.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Cotmeh 2018, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE