Hat ragihandin, heft dergûşên cêwî yên ku hefteya borî li Iraqê hatibûn dinyayê li nexweşxaneya ku lê diman mirin.
Li gor daxuyaniya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Betulê ya li Diyalaya wilayeta Iraqê, heft dergûşên ku dayika Iraqî di 12ê sibatê da anîn dinyayê, mirin.
Jineke 25 salî ya ku li Diyalayê dijî 6 keç û kurek anîbû dinyayê.
Hatibû daxuyandin ku berî vê jinikê li Iraqê tu kesê di carekê da 7 zarok neanîbûn.