"Heger pir dijwar be jî ez bi biryar im ku peywira xwe bidomînim"

Mixtara jin a ewil a Iraqê ya piştî 2003yan bi xîret hewl dide peywira xwe bîne cih

"Heger pir dijwar be jî ez bi biryar im ku peywira xwe bidomînim"

Sûad Samiyeya mixtara jin a ewil a Iraqê ye û piştî dagirkirina Amerîkayê ya 2003yan dest bi wezîfeyê kiriye diyar kir, digel hemû dijwariyan ew bi xîret hewl dide ku peywira xwe bîne cih.

Samiya ku li herêma Kerxê ya Bexdayê peywirê dike, diyar kir li paytexta ku ewlekariya wê qels e û ji ber tundiyê westiyaye, tevî dijwariyan ew bi biryar e ku peywira xwe ya mixtariyê bi cih bîne û her wiha ew jinên dixwazin mixtarî, qaymeqamtî û walîtiyê bikin, teşwiq dike.

Samiyê got, piştî mirina mêrê wê ya di sala 2015an da ya ku di rêveberiya herêmî da peywir wergirt, wê bi awayekî xwebexş di vî warî da dest bi xebatê kir û wiha got, "Pey ra meclisên taxan hatin betalkirin û min jî serî li mixtariyê da. Ez demekê bêmeaş xebitîm û pey ra ji meaş hat terxankirin. Nivîsa fermî ya mixtariya min jî îsal derket."

Li Iraqa ku rêgezên hişk ên civakî serwer in, Samiyê bal kişand ser dijwariya karê mixtariyê ya wekî jinekê û wiha got:

"Heger pir dijwar be jî ez bi biryar im ku peywira xwe bidomînim. Ez ji karê xwe pir hez dikim û rind jî dikim. Peywendiya min a bi şêniyên taxê ra pir baş e."

Samiya diya çar zarokan ku dudu jê kur, dudu jê jî keç in, diyar kir ku ew hem ji dewrûbera xwe û hem jî ji zarokên xwe piştgiriya menewî werdigire, lê Samiyê ew yek jî veneşart ku ew ji ber ewlehiya canê xwe bi tirs e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE