"Heger Trump têkçûnê qebûl bike êdî careke din serokekî Komarî nayê hilbijartin"

Senator Graham: "Heger Trump têkçûnê qebûl bike êdî careke din serokekî Komarî nayê hilbijartin"

"Heger Trump têkçûnê qebûl bike êdî careke din serokekî Komarî nayê hilbijartin"

Senatorê eyaleta Carolinaya Başûr a Amerîkayê Lindsey Grahamê Komarî diyar kir ku heger Serokê Amerîkayê Donald Trump û Komarî li dijî encamên hilbijartina 2020an dernekevin û pergala hilbijartinê neguherînin, li Amerîkayê kesekî Komarî êdî careke din dê ji bo serokatiyê neyê hilbijartin.

Graham ji têlevîzyona Amerîkan a Fox Newsê ra xeberda û wiha got, "Heger Komarî li dij dernekevin û pergala hilbijartinê ya Amerîkayê neguherînin, êdî serokekî Komarî yê ku were hilbijartin dê tunebe."

Senator Graham wiha got, "Serok Trump divê têkçûnê qebûl neke. Li Georgiayê ji 10 hezarî kêmtir dengên cuda hene. Dê Carolinaya Bakur qezenc bike. Li Arîzonayê dengên cuda ji 93 hezar berjêrî 20 hezarî bû ku hê gelek deng hene ku dê bên hejmartin."

Graham bangî Komariyan kir ku li dijî hilbijartinê derkevin û her wiha bal kişand ku li Michiganê bi awayekî şikber komputerên hilbijartinê nexebitîn.

Graham her wiha diyar kir ku hin îdia hene ku li Pennsylvaniayê li ser navê miriyan deng hatine avêtin û got ku li dijî îdiayan dê lêpirsîn were vekirin.

Kampanyaya Trump eşkere kiribû ku ew ê encamên hilbijartinê bidin dadgehê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE