Hejmara Filistiniyên ku bi guleyên eskerên Îsraîlê birîndar bûn derket 19an

Hejmara Filistiniyên ku di "Meşa Vegera Mezin" a aştîxwaz a da bi guleyên eskerên Îsraîlê birîndar bûn derket 19an.

Hejmara Filistiniyên ku bi guleyên eskerên Îsraîlê birîndar bûn derket 19an

Hejmara Filistiniyên ku di "Meşa Vegera Mezin" a aştîxwaz a li Xezeyê da bi guleyên eskerên Îsraîlê birîndar bûn derket 19an.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê da hat diyarkirin ku 7 welatiyên din jî ku beşdarî meşê bûn, bi guleyên hêzên dagirker birîndar bûn.

Herwiha hat balkişandin ku ji birîndaran jê yek gule li serî ket, lewma jî rewşa wî giran e.

Di daxuyaniya berê ya wezaretê da hatibû destnîşankirin ku hejmara birîndaran 12 e.

Filistînî ji 30ê Adara 2018an vir va li ser sînorê Xezeya dorpêçkirî yê aliyê Îsraîlê bi navê "Meşa Vegera Mezin" xwepêşandanên aştiyane li dar dixin.

Eskerên Îsraîlê jî bi fîşengên rasteqîn gule berdidin gelê sivîl ku dixwazin vegerin ser cih û warê xwe û herwiha dixwazin dorpêça dereqanûnî ya li ser Xezeyê were rakirin.

Di midaxaleyên eskerên Îsraîlê yên xwepêşandanên ku ji 30ê adarê vir va didomin da ji 230î zêdetir Filistînî şehîd bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Çile 2019, 10:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE