Hejmara Filistîniyên li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin derket 248an

Hejmara Filistîniyên li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin derket 248an

 Li Xeta Xezeyê ya dorpêçkirî hejmara Filistîniyên ji 10ê gulanê hetanî agirbesta Hemas û Îsraîlê qebûl kirin ji ber êrîşên Îsraîlê hatin kuştin derket 248an.

Bi agirbesta Hemasê û rêveberiya Tel Avîvê îlan kirin û di saet 02.00yê duh da ket rewacê va êrîşê Îsraîlê yên dijî Xezeyê sekinîn û ekîbên parastina sivîlan û tenduristiyê lez dan xebatên lêgerîn û xilaskirinê.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê der barê mirinên ji ber êrîşan ên 11 rojî da daxuyanî da.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku hejmara kesên li Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê mirin derket 248an.

Ji kuştiyan 66 kes zarok, 39 kes jin in û hejmara birîndaran jî derket 1948an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE