Li Sermadaya navçeya Îdliba Sûriyeyê di teqîna ku duh çêbû de hejmara miriyan derkete 67an, ya birîndaran jî bû 50.
Midûrê Parastina Sivîl a Îdlibê (Kum Spî) Mistefa Hac Yusif daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û wiha got: "Li navçeya Sermadayê li hewşa berê ya deriyê sînor ê Babulê li herêma kesên ji Humsa bakur hatine koçkirin lê dijîn, serê sibê di dora 4an de teqînên mezin çêbûn."
Hac Yusif wiha dewam kir: "Di teqînê de avahiyeke 6 qatî ya ku tê de kesên ji Humsê hatine tehcîrkirin dijiyan hilweşiya, jê 35 jin me cesedê 67 sivîlan derxist û 50 sivîl jî birîndar bûn."
Yusif got 17 kes ji bin enkazê hatin derxistin û xebatên lêgerînê îro dawî bûn.
Yusif anî ziman birîndar rakirin nexweşxaneyan û gelek avahî û wesayîtan jî zirar dît.
Rayedar sedema teqînê lêkolîn dikin.
AA