Hejmara kesên di bagera Idaiyê da mirin ji 700î derbastir bû

Li Mozambîk, Zîmbabve û Malaviyê hejmara kesên di bagera Idaiyê da mirin ji 700î derbastir bû

Hejmara kesên di bagera Idaiyê da mirin ji 700î derbastir bû

Li Mozambîk, Zîmbabve û Malaviyê ji ber lehiya ku piştî barana gur û bagerê çêbû ji 700î zêdetir kes mirin.

Wezîrê Hawîrdor û Erseyê yê Mozambîkê Celso Correîa daxuyand hejmara kesên di bagera Idaiyê da mirin ji 417î derbastir bû.

Li Zîmbabveyê jî ji ber bagerê 259 kes, li Malaviyê jî 56 kes mirin.

Xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.

Hat ragihandin bi deh hezaran kes nexweşiya ta û xolorê ketine.

Hefta çûyî li Mozambîk, Zîmbabve û Malaviyê bagera Idaiyê û piştî wê jî lehî çêbûbû, nîvê wê zarok 1,7 milyon kesî ji bager û lehiyê zirar dîtibû.

Serokê Dewleta Mozambîkê Fîlîpe Nyusî ji ber kesên di vê felaketê da mirine 3 roj şîna neteweyî îlan kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Adar 2019, 12:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE