Hejmara kesên di erdheja bi mezinahiya 7,2 ya li peravên Haîtiyê da mirin derket 1419an, hejmara birîndaran jî ji 6 hezar û 900î derbas bû.
Peywirdaran diyar kir ku welat kavil bûye, xebatên lêgerîn û xilaskirina ji bin kavilan didomin.
Ajansa Parastina Sivîlan a Haîtiyê eşkere kir, hejmara kesên ku di erdhejê da mirin derket 1419an, hejmara birîndaran jî ji 6 hezar û 900î derbas bû.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihandibû ku navenda lerzê 12 kîlometre rojhilatê bakurê Saint-Jean-du-Sudê ye.
Welatê ku kavil û wêran bû, bangewaziya alîkariya navneteweyî kiribû.
Serokwezîrê Haîtiyê Ariel Henry di daxuyaniya xwe da diyar kiribû ku ji ber erdhejê xesar û ziyaneke pir zêde çêbû.
Henry ragihandibû ku wan li welêt bo mehekê rewşa awarte ragihand.
- Erdheja Haîtiyê
Li dinyayê di sedsala derbasbûyî da yek ji erdhejên ku bûn sedema mirina herî zêde însanî, 12ê Rêbendana 2010an li Haîtiyê çêbû.
Di erdheja bi mezinahiya 7an a li başûrê welêt, li gorî amarên fermî 316 hezar kes mirin, 300 hezar kes jî birîndar bûn û her wiha 1,3 milyon kes jî bê mal û star man.
AA