Di çaryeka ewil a 2020î da hejmara hemwelatiyên Amerîkayê yên li dervayî Amerîkayê dijîn û dev ji hemwelatîbûna Amerîkayê berdan gelek zêde bû.
Li gor qeydên Federal ku Daîreya Bacê ya Amerîkayê ji 3 mehan carekê eşkere dike di sê mehên ewil ên 2020î da 2 hezar û 909 hemwelatiyên Amerîkayê yên li dervayî Amerîkayê dijîn bi daxwaza xwe dev ji hemwelatîtiya Amerîkayê berdan.
Di çaryeka dawîn a sala 2019an da bi tevahî 291 kesî dev ji hemwelatîtiya Amerîkayê berdabû û ev jimar di çaryeka ewil a îsal da ji sedî 1015 zêde bû û wek rekor di qeydan da cih girt.
Sala par bi tevahî 2 hezar û 72 kes ji hemwelatîtiya Amerîkayê derketibûn.
- Sedema herî sereke bac e
Li gor pisporên Bambridge ya saziya muhesebeyê ya navend New York e hemwelatiyên Amerîkayê yên ku li dervayê Amerîkayê dijîn û xwedî cot hemwelatîtiyê ne ji ber barê baca ku bi şewba Kovîd-19ê zêdetir bû dev ji Amerîkayê berdidin û hemwelatîtiyê jê ra dihêlin.
Welatiyên Amerîkayê yên ku li derveyê Amerîkayê dijîn divê hersal hemû pere, mal û milkên xwe ji Amerîkayê ra beyan bikin û li gor dahatê jî bacê bidin Amerîkayê.
Amerîkayiyên ku wê venegerin Amerîkayê û xwedî vê fikrê ne jî ji bo ji vî barî xilas bibin ji hemwelatîtiyê derdikevin.
AA