Hejmara kesên ku di erdheja Îranê da birîndar bûn gihîşte 646an

Hejmara kesên ku di erdheja li Kirmanşaha eyaleta Îranê çêbû da birîndar bûn gihîşte 646an

Hejmara kesên ku di erdheja Îranê da birîndar bûn gihîşte 646an

Di erdheja bi lerza 6,4 li Kirmanşaha eyaleta Îranê çêbû da hejmara birîndaran derkete 646an.

Mihemed Riza Muradiyê Rektorê Zanîngeha Zanistên Tibê ya Kirmanşahê daxuyanî da ajansa fermî ya Îranê IRNAyê û got li Serpol Zehabê 290, Gîlanîgarbê 170, Qesrê Şirînê 109, Îslamabada Rojava 54, Revanserê û li herêmên din 23, bi tehavî 646 kes birîndar bûn.

Muradî daxuyand 44 ambulans û ambulanseke otobês gihîştine herêma erdhejê û xizmetê didin welatiyan.

Li eyaletê ji ber erdhejê dibistan û zanîngeh hatin tetîlkirin, welatiyan şeva xwe li derva derbas kirin.

Hat ragihandin ceyran heye û alîkarî gihîştiye welatiyan.

Navenda Sîsmolojiyê ya Enstîtûya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê daxuyandibû erdheja li Serpol Zehaba li ser Kirmanşahê bi saeta herêmî di saet 20.07an da bi lerza 6,4 çêbûye.

Navendê daxuyandibû erdhej 7 kîlomêtro di bin erdê da çêbûye.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Mijdar 2018, 10:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE