Hejmara kesên li Mîamiyê di bin kavilê avahiya 13 qatî da mirin derket 24an

Hejmara kesên li Mîamiyê di bin kavilê avahiya 13 qatî da mirin derket 24an

 Li Mîamiya bajarê Florîdaya eyaleta Amerîkayê hejmara kesên ku di binê kavilê avahiya 13 qatî ya ku di 24ê hezîranê da hilweşiyabû da man û mirin derket 24an.

Danîella Levîne Cavaya Şaredara Mîamiyê di civîna çapemeniyê da daxuyand cesedê du kesên din jî ji binê kavilan hat derxistin û hejmara miriyan gihîşt 24an.

Cavayê got ji 124 kesan hê tu xeber tune û ew nehatine dîtin.

Ji ber ku qismeke bînayê ya ku maye jî wê sibê bê hilweşandin, navber dan xebatên lêgerîn û xelaskirinê.

Ji bilî vê avahiyeke din ya 8 kîlomêtro dûrî vê derê jî ji ber ku talûkeya wê ya hilweşînê heye hat valakirin.

- Bûyer

Li bajarê Surfsîdeê ya Mîamiyê di navbera rayedarên bajêr û rêvebirên avahiyê da di sala 2018an da agahiyên nivîskî hatine parvekirin. Di van nivîsan da tê gotin li avahiya ku di 1981an da hatiye çêkirin da xisar heye, stûnên wê derizîne û divê 9 milyon dolar bê xerckirin ku ew bê nûkirin.

Li herêma Surfsîdeê ya li bakurê Mîamî Beachê di 24ê hezîranê da nîvê avahiya 13 qatî ya ku tê da 270 daîreyên luks hene ji nişkêva hilweşiyabû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE