Tirkiye û Rûsyayê di 5ê adara 2020î da ji bo Îdliba bajarê Sûriyeyê agirbest îmze kiribûn û agirbest di 6ê adarê da ketibû rewacê, ji wê rojê hetanî niha 561 hezar û 746 sivîl vegeriyan malên xwe.
Mihemed Helacê Midûrê Kordînatoriya Midaxeleya Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku rewşa ewlehiyê dewam dike û sivîl vedigerin malên xwe.
Helac destnîşan kir ku piştî agirbestê rejima Beşar Esed û piştgirên wê operasyonên eskerî dan sekinadin û li ser vê sivîlan dest bi vegera malên xwe kirin û wiha got: "Ji 6ê adara 2020î ya agirbest kete rewacê hetanî niha 561 hezar û 746 sivîl vegeriyan malên xwe yên li Îdlib û Helebê."
Helac destnîşan kir ku kesên vegeriyan malên xwe bi piranî hewcedarê alîkariya saziyên civaka sivîl in.
Helac got kesên vedigerin cî û warên xwe dibê ji bo bombeyên neteqyayî baldar bin, ji ber wan bombeyan hin kes dimrin hin kes jî birîndar dibin.
Tê gotin heke agirbest dewam bike ew ê ji vê zêdetir sivîlê vegerin malên xwe.
AA