Hejmara kesên vîrusa koronayê pê ra hene zêde dibe

Li gor daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî li giştiyê welêt li 25 eyalet û bajaran 571 kesên vîrusa koronayê (2019-nCoV) lê peyda bûn rewşa jê 95an giran e. Heta niha hejmara kesên ji ber vê vîrusê mirin jî gihîşte 17an.

Hejmara kesên vîrusa koronayê pê ra hene zêde dibe

Li gor daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî li giştiyê welêt li 25 eyalet û bajaran 571 kesên vîrusa koronayê (2019-nCoV) lê peyda bûn rewşa jê 95an giran e. Heta niha hejmara kesên ji ber vê vîrusê mirin jî gihîşte 17an.

Ji hêla din 5 hezar û 897 kesên virûs gihîştiye wan jê 4 hezar û 928 kes tên tedawîkirin.

Duh li Herêma Îdarî ya Taybet a Makaoyê di kesekî da, li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê di kesekî da, li Amerîka, Japonya, Koreya Başûr di kesekî da û li Taylandê jî di 3 kesan da ev vîrus hat tespîtkirin.

- Li Vuhanê turîzm sekinî

Vîrus li bajarê Vuhanê ya li ser eyaleta Hubeyê derket holê. Ji bo rê li ber vê nexweşiyê bê girtin tevdîr tên dîtin. Ji ber vê çûyîn û hatina bajêr a bi otobus, metro, ferîbot, trên û balafiran heta emreke duyem hatin rawestandin.

Ji gel ra hat gotin ji bilî sedemeke acil û taybet terka bajêr nekin û ji wan hat xwestin ku ew maskeyê bidin ber poz û devê xwe.

Di navbera 22yê çileya paşîn û 8ê sibatê da hemû ger û geştên turîzmê hatin rawestandin. Ji otelan hat xwestin ku beriya 8ê sibatê çalakiyên mezin bidin rawestandin ku rê li ber belavbûna vê vîrusê bê girtin.

Ji bo gel maskeyê bixebitîne û têra xwe maske bên peydakirin, Wezareta Pîşesazî û Enformasyonê ya Çinê karegehên maskeyan çêdikin ra kete têkiliyê.

- Nîşaneyên vîrusê

Vîrusa koronayê bi rêya bêhnstendin, bênijandin û kuxikê va belav dibe.

Nîşaneyên vîrusa koronayê ew in; agirê zêde, êşa gewriyê, kuxik, pirsgirêka bêhnstendinê û vîjik. Heke zêde pêşva here dibe sedema nexweşiya zature û kêmasiya gurçikan.

Vîrusa koronayê cara ewil di 12ê çileya pêşîn da li bajarê Vuhanê ya li ser eyaleta Huneyê hatibû dîtin. Komîsyona Tenduristiyê ya Şaredariya Vuhanê di 31ê çileya pêşîn da ji ber ku 27 kesên din da ev vîrus hatiye dîtin, Bazara Alavên Behrê ya Huananê girtibû.

Ev nexweşî ji ber ku ji sedî 80 dişine vîrusa SARSê gel ditirse.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Çile 2020, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE