Hejmara kuştiyên êrîşa İdlibê gihişt 13an

Li Suriyeyê balafirên şer ên rejima Beşar Esed û alîgirê wî Rûsyayê li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya İdlibê êrîşî gundan kirin, 13 sivîl hatin kuştin, herî kêm 40 sivîl jî birîndar bûn.

Hejmara kuştiyên êrîşa İdlibê gihişt 13an

Li Suriyeyê balafirên şer ên rejima Beşar Esed û alîgirê wî Rusyayê li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya İdlibê êrîşî gundan kirin, 13 sivîl hatin kuştin, herî kêm 40 sivîl jî birîndar bûn.

Balafirên rejimê êrîşî navçeya Maaretînumanê, bajaroka Cercenazê û gundên Deyr Sunbul, Frîkye, Serce, Bzabor, Bînîn, Hantutîn, Naciye, Kînîde, Gadafe,Tel Mennîs, Ebû Mekkî, Tuh û Rebîayê kirin.

Li gorî agahiya mala çavdêriyê ya balafiran balafirên şer ên Ûrisan jî êrîşî Maaretînumanê, navçeya Seraqîbê, gundên Maarşurîn, Xan Es Subulê, Deyr Xarbiyê, Semke û Merdihê kirin.

Li gorî agahiya Parastina Sivîlan a İdlibê (Kumspî) balafiran li Maaretînuman 6, li Merdîhê 4, li Deyr Sunbulê 2 û li Xan Es Subulê 1, bi giştî 13 sivîl hatin kuştin, herî kêm 40 sivîl jî birîndar bûn.

Tîmên Parastina Sivîlan li cihên tevahî hilweşiyane sivîlên xilaskirin birin navendên tenduristiyê.

Dema keçikeke biçûk ji binê enqazê hat derxistin, tirs û xofa wê ji hêla kameraya AAyê va hat kişandin.

Bombebaran dewam dike û ditirsin ku hejmara miriyan zêde be.

Hêzên rejima Beşar Esed û alîgirê wî Rusyayê ji serê meha mijdarê vir va êrîşî herêma di navbera rêbejayên M4 û M5an da dimîne ya ku Helebê bi Şam û Lazqiyeyê va girê dide, dikin.

Li gor Kordînatoriya Mudaxeleya Suriyeyê di nav vê heyamê da 110 hezar sivîlan koçî xeta sînorê Sûriye û Türkiyeyê kir.

Di navbera Türkiye û Rusyayê da di 17ê îlona 2018an da peymanek hatibû îmzekirin. Ji wê demê vir va rejim û Rusya êrîşên xwe didomînin. Di êrîşan da heta niha ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin.

Ji cihên ku êrîş lê zêde ne di nav salekê da ji milyonekî zêdetir sivîlî koçî xeta sînorê Sûriye û Türkiyeyê kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE