Li Bexdaya paytextê Iraqê piştî rewşa îstiqrarê ku bi mehan e berdewam e, hejmara kuştiyên êrîşa li Bexdayê gihişt 7an.
Li gorî çavkaniyên Ewlekariyê li semta Cemîleyê ya girêdayî herêma Sedr, ku dikeve rojhilatê Bexdayê, li bazarekê êrîşeke xwekujiyê hat lidarxistin.
Hat ragihandin ku di êrîşê de 7 kesan canê xwe ji dest da.
Di daxuyaniya pêştir de hatibû destnîşankirin ku di êrîşa li cihê navborî de li gorî tesbîtên seretayî kesekî canê xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne.