Hejmara miriyên teqîna Bendera Beyrûdê derkete 154 kesan

NNAya ajansa xeberan a Libnanê ya fermî Hesen diyar kir ku hejmara kesên di teqîna roja sêşemê li paytextê welêt çêbû da mirin derkete 154an, hejmara birîndaran jî kêmzêde bû 5 hezar ."

Hejmara miriyên teqîna Bendera Beyrûdê derkete 154 kesan

Hamad Hesenê Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê diyar kir ku hejmara kesên di teqîna li Bendera Beyrûdê da mirin derkete 154an.

NNAya ajansa xeberan a Libnanê ya fermî Hesen diyar kir ku hejmara kesên di teqîna roja sêşemê li paytextê welêt çêbû da mirin derkete 154an, hejmara birîndaran jî kêmzêde bû 5 hezar ."

Hesen got ji sedî 20ê birîndaran dibê li nexweşxaneyan werin dermankirin û wiha axivî: "120 birîndarên me yên rewşa wan giran hene, dibê birînên wan ên ji ber camên teqiyan çêbûn werin pêçan û werin emeliyatkirin."

Hesen di daxuyaniya xwe ya berê da jî destnîşankiribû li hejmara miriyan derkete 135an û ya birîndaran jî nêzî 5 hezarî ye û bi dehan kes jî winda bûne.

Di 4ê tebaxê da li Bendera Beyrûdê di depoya bi nimareya 12an da pêşiyê şewat derketibû û paşê jî teqîneke mezin çêbibû û Bêrûd hejandibû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE