Hejmara miriyên teqîna xazê ya li Rûsyayê derkete 37an

Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li enqaza avahiyê dewam dikin.

Hejmara miriyên teqîna xazê ya li Rûsyayê derkete 37an

Hejmara cesedên ji enqazê avahiya li Magnîtogorska bajarê Çelyabinska herêma Rûsyayê ya ku tê da xaza siruştî teqiyabû derxistin derkete 37an.

Di 31ê berfanbarê da li bajarê Magnîtogorskê di avahiya 10 qatî da teqîn çêbibû û avahî tep bibû.

Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li enqaza avahiyê dewam dikin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Rewşên Acil ji enqazê 37 cesed hatin derxistin.

Di 31ê berfanbarê saet 06.00an da li bajarê Magnîtogorskê di avahiya 10 qatî da teqîn çêbibû û avahî tep bibû, 48 daîreyên avahiya ku ji 100î zêdetir kes lê dijîn zirar dîtibûn.

Ji bin enqazê avahiyê 8 cesed hatibûn derxistin, piştî 35 saetan dergûşek ji enqazê sax hatibû xilaskirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE