Hejmara penaberên ji Ukraynayê derbasî dewletên cînar bûne gihîştiye 4 milyonî

Hejmara penaberên ji Ukraynayê derbasî dewletên cînar bûne gihîştiye 4 milyonî

Komîserê Payebilind yê Penaberan yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Filîppo Grandî ragihand ku hejmara penaberên ji Ukraynayê derbasî dewletên cînar bûne gihîştiye 4 milyonî.

Grandî li ser hesabê xwe yê Twitterê hejmara sivîlên ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê ji 24ê Sibatê vir va cî û warê xwe bûne eşkere kir.

Filîppo Grandî ragihand ku hejmara penaberên ji Ukraynayê derbasî dewletên cînar bûne gihîştiye 4 milyonî.

Li gorî agahiyên Komîseriya Bilind ya Penaberan ya NYê di navbera 24ê Sibatê û 29ê Adarê da ji nîvî zêdetir Polonya ji Ukraynayê 4 milyon û 19 hezar û 287 penaber çûne dewletên cînar.

Hat diyarkirin 2 milyon û 336 hezar û 799 kes çûne Polonyayê, 608 hezar û 936 kes çûne Romanya, 387 hezar û 151 kes çûne Moldovayê, 364 hezar û 804 kes çûne Macaristanê, 281 hezar û 172 kes çûne Slovakyayê, 350 hezar û 632 kes çûne Rûsyayê û 10 hezar û 902 kes çûne Belarusê.

Hat destnîşankirin di navbera 21 û 23yê Sibatê da ji herêmên Donetsk û Luhanskê 113 hezar kes jî derbasî Rûsyayê bûne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE