Hejmara penaberên Ukraynayî nêzî 2,5 milyonî bû

Hejmara penaberên Ukraynayî nêzî 2,5 milyonî bû

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku hejmara penaberên ji Ukraynayê derbasî welatên cînar bûn derket 2 milyon û 498 hezar û 827an.

Komîseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku ji 24ê sibatê hetanî 10ê adarê 2 milyon û 498 hezar û 827 penaber ji Ukraynayê derbasî welatên cînar bûn.

Li gor vê ji nêvî zêdetir penaberên ji Ukraynayê derbasî Polonyayê bûn.

Li Polonyayê milyonek û 524 hezar 903, li Macaristanê 225 hezar û 46, li Slovakyayê 176 hezar û 92, li Moldovayê 104 hezar û 929, li Rûsyayê 99 hezar û 831, li Romanyayê 84 hezar û 671, li Belarûsê 858 û li welatên Ewropayê yên din jî 282 hezar û 497 penaber bi cî bûn.

Wekî mayîn di daxuyaniyê da hat gotin ku ji herêmên Donetsk û Luhanskê jî 96 hezar kes di navbera 18-23yê sibatê da derbasî Rûsyayê bûn.

KBPNYyê dibêje heke rewşa li Ukraynayê zêde xirab bibe dibe ku 4 milyon sivîl ji Ukraynayê birevin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE